Li Tirkiyê 16e mamosteyên Zanîngeha Abdulah Gul hatin girtin
Operasyon girtinê berdestê sibê destpê kir.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bajarê Qeyserî ya Tirkiyê 16 mamoste û xebatkarên Zanîngeha Abdula Gul hatin binçavkirin.
Birêveberiya Ewlekariya Qeyserî, di çarçoveya operasyonên dijî Cemaeta Fethula Gulen li Zanîngeha Abdula Gul 16 mamoste û lêkolîner girtin binçavan.
Operasyon berdestê sibê dest pê kir, kesên ku hatin binçavkirin ji kontrola pizîşkan hatin derbas kirin.
Zanîngeha Abdula Gul, bi navê serokomarê wê demê ye, sala 2010ê hat damezrandin.