MHP:Em ligel yasaya darvekirinê re ne
"Yasaya darvekirinê daxwaza civakê ye."
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Partiya Tevgera Neteweperst Dewlet Bahçelî dibêje ku, ew amadene ku, yasaya darvekirinê dêrxin.
Bahçelî îro, di kombûna heftiyane ya partiya xwe de axifî û got ku, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dilxwazê anîna yasaya darvekirinê ye û diyar kiriye ku, ger yasa derkeve ew ê pesend bike.
Herwiha berî niha Serokwezîr Bînalî Yildirim jî ragehandibû ku, yasaya darvekirinê daxwaza civakê ye û ger li parlementoyê lihevkirinek çêbibe ew ê piştgiriya yasaya darvekirinê bikin.
Bahçelî got ku, nêrîna wan a li ser darvekirinê eşkere û zelal e. Da zanîn ku, madem xelk daxwaz dike û AK-Partî amade ye, MHP ji duh ve amade ye ku, piştgiriya yasaya darvekirinê bikin.