MHP:Em ligel yasaya darvekirinê re ne

"Yasaya darvekirinê daxwaza civakê ye."

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Tevgera Neteweperst Dewlet Bahçelî dibêje ku, ew amadene ku, yasaya darvekirinê dêrxin.

Bahçelî îro, di kombûna heftiyane ya partiya xwe de axifî û got ku, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dilxwazê anîna yasaya darvekirinê ye û diyar kiriye ku, ger yasa derkeve ew ê pesend bike.

Herwiha berî niha Serokwezîr Bînalî Yildirim jî ragehandibû ku,  yasaya darvekirinê daxwaza civakê ye û ger li parlementoyê lihevkirinek çêbibe ew ê piştgiriya yasaya darvekirinê bikin.

Bahçelî got ku, nêrîna wan a li ser darvekirinê eşkere û zelal e. Da zanîn ku, madem xelk daxwaz dike û AK-Partî amade ye, MHP ji duh ve amade ye ku, piştgiriya yasaya darvekirinê bikin.