Tirkiyê bersiva Parlamentoya Ewropayê da

Berî niha Parlamentoya Ewropayê ragehandibû ku,azadiya rojnamegerî xeta sor ya Yekîtiya Ewropayê ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragehand ku, ew rêz li "xeta sora" Parlamentoya Ewropayê nagre û ti pirsgirêk derbarê azadiya rojnamevanî de nîne.

Derbarê vê yekê Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, di civîna koma partiya xwe ya Parlamentoya Tirkiyê de axivî û got ku, wek koroyek bi hev re dibêjin ku azadiya rojnamegerî çû, diyarkir ku derbarê azadiya rojnamevanî de tu pirsgirêk nîne.

Da zanîn ku, ji parlamentoya Ewropayê hin kes didin xuyakirin ku, girtina rojnamegeran xeta sor e. Ew wek Tirkiye tu rêz li xetên we yên sor nagrin. Ewên hatine desteserkirin xeta sor derbas kirine. Ma çi girîngiya xeta we ya sor heye?

Da zanîn ku,, Tirkiye ,ne ew welate ku bi gef û tirsê bînin xetê, Tirkiye tenê hesabê xwe dide xelkê xwe.

Serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Şultz  derbarê desteserkirina rêveber û nivîskarên rojnameya Cumhuriyetê de dabû xuyakirin, azadiya rojnamegerî xeta sor ya Yekîtiya Ewropayê ye.