Hezar û 218 leşker ji kar hatin dûrxistin
Ji Fermandariya Hêzên Jendirmeyên Tirkiyê hezar û 218 leşker ji kar hatin dûrxistin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji Fermandariya Hêzên Jendirmeyên Tirkiyê hezar û 218 leşker ji kar hatin dûrxistin.
Wezreta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hezar û 218 leşker bi hinceta pêwendiyên wan bi Tevgera Fetullah Gulen re hene, ji kar hatin dûrxistin.
Ji hezar û 218 leşkeran, 419 efser, 604 binefser, 158 çawûş, 28 leşker û 9ê wan jî karmend in.
Ji hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê hata niha, li Tirkiyê ji 4 hezarî zêdetir leşker ji kar hatin avêtin.