Li Diyarbekr teqîneke mezin çêbû

Gelek kuştî û birîndar hene.

K24-Navenda Nûçeyan

Îro, danê sibehê li bajarê Diyarbekirê teqînek mezin rû da.

Li gor peyamnên K24ê, teqîn li navçeya Baglarê nêzikê dibistana polîsan rû da. Li gor zanyariyên destpêkê êrîşa li dijî dibistana polîsa bi otombîleke bombebarkirî  pêk hatiye û hejmarek zêde mirî û birîndar hene.

Dengê teqînê ji navenda bajêr jî hatiye bihîstin û gelek ambûlans û tîmên polîsan li cihê bûyerê hatin vegûhestin.