9 nivîskarên rojnameya Cumhuriyetê hatin girtin
Berî niha Berpirsê rojnameyê jî hatibû girtin.
K24-Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya lêpirsîna di derbarê rojnameya Cumhuriyetê de 9 nivîskarên rojnameyê bi biryara dadgehê hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hiceta endamtiya PKK/KCK û Cemaeta Gulen, biryara girtina 9 nivîskarên rojnameya Cumhuriyetê da.
Nivîskarên hatine girtin evin, Rêveberê Giştî yê Weşanê Mûrad Sabuncu, endamên Rêveberiya Wexfa Cûmhûriyetê Hakan Karasînîr, Bulent Utku, Gûray Tekîn Oz, Mistefa Kemal Gungûr, Onder Çelîk, Rêveberê Giştî yê Weşanê Qedrî Gursel û Karîkatûrîst Mûsa Kurt.
Di lêpirsîna li hemberî Cumhuriyetê de roja 31ê Cotmehê 13 rêveber û nivîskarên Cumhûriyetê hatibûn binçav kirin. Piştî lêpirsînê 3 ji wan hatin azad kirin.