Leşkerekî Tirk li Sûriyê hate kuştin

Artêşa Tirkiyê kuştina leşkerekî xwe û birîndarbûna 3 leşkerên xwe yên din li Sûriyê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê kuştina leşkerekî xwe û birîndarbûna 3 leşkerên xwe yên din li Sûriyê ragihand.

Li gor daxuyanyeke artêşa Tirkiyê ku îro hatiye belavkirin, di encama şer û pevçûnên digel DAIŞê de li bakurê Helebê leşkerkî Tirkiyê hate kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hatiye ku, di wan pevçûnan de 5 çekdarên opozîsyona Sûriyê hatine kuştin û 22 cekdarên din jî birîndar bûne.

Herwiha li gor daxuyaniya artêşa Tirkiyê, ku 5 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.

Çekdarên opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya Tirkiyê ji 24 Tabaxa borî ve dest bi operasyonekê bi navê Mertala Feratê li bakurê Sûriyê kirine û gelek navçe jî li ser xeta sînorî kontrol kiriye.