PDK-S: Li Efrînê 2 kesayetên welatparêz hatin binçavkirin

Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Efrînê ragihand, asayişa Rojava li navçeya Reco ya Efrînê endamekî wê partiyê û kesayetiyekî welatparêz binçav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Efrînê ragihand, asayişa Rojava li navçeya Reco ya Efrînê endamekî wê partiyê û kesayetiyekî welatparêz binçav kirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya PDK-Sê li Efrînê di daxuyaniyekê de ragihand: “Di roja 1 Mijdarê de, çekdarên desthilata li Raco bi ser mala hevalê me Hisên Omer de girtin û bi bihaneya ku kurê wî Hesen ji leşkeriya neçar reviye, hevalê me Hisên Omer girtin û berve cihekî ne diyar ve birin.”

Herwiha daxuyaniya PDK-Sê amaje kir ku, di heman rojê de hêzên asayişa Reco kesayetiya welatparêz Hisên Îbrahîm Elî jî girtin.

PDK-Sê diyar kir ku, armanc ji girtina endam û kesên welatparêz ew e, guhartineke dîmografî li herêmên Kurdî çê bibe û ew herêm bibin leşkergehek, ku ew kiryar jî dikevin xizmeta dagîrkerên Kurdistanê.

Herwiha daxuyaniya PDK-Sê amaje bi girtiyên siyasî yên berê kir û ragihand ku, hîn Ezet Kurdî, Idrîs Elo, Ehmed Sîdo, Arif Elî û gelek kesên din di zîndanên asayişa Efrînê de girtî ne.