Gelo operasyona li Tirkiyê siyasî ye yan na?

Li Tirkiyê di hundirê hefteya dawî de operasyonên ku bi girtina televîzyon û rojnameyan hatine destpêkirin wekî operasyonên siyasî tên nirxandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê di hundirê hefteya dawî de operasyonên ku bi girtina televîzyon û rojnameyan hatine destpêkirin wekî operasyonên siyasî tên nirxandin. Li parlamentoyê parlamenterên opozîsyon, van bûyeran wekî fersendiya derbeyê şîrove dikin.

Li Tirkiyê piştî derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê sepanên ku di çerçova Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hikmê Yasayan de tên kirin li beramberî bertekan rû bi rû dimînin ev pêvajoya ku, di rojên dawîn yê de tê jiyandin di parlamentoyê de, wekî fersendiya derbeyê hate nirxandin.

Cigirê Serokê Giştî yê CHPê Seyyît Torun gotku, deshilatdariya ku, nikare yasayên ji parlamentoyê derxe bi rêya biryarnameyan dixwaze welêt bi rêvebibe. Torun dibêje armanca pêşvêçunên dawîn ew e ku dam û dezgehan bêdeng bike û ji hev veqetîne.Torun di daxuyaniya xwe de, gotinên desthilat

dariyê ku di her rabêjên xwe de dibêje "îradeya gel" bibîranî û rave kir ku desthilatdar ji xwe pê ve îradeya tu kesî nahesibîne.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Seyyît Torun wiha got:

"Her gav li gorî karê xwe dibêjin 'îradeya gel' lê belê tiştên ku dikin mohrkirina îradeya gel e. Ev nêzîktêdayînya demokrasiyeke çawa ye. Ev nêzîktêdayîn ya hiqûqeke çawa ye. Ew dema ku rexneyek ji bo desthilatdariya wan çêdibe, xwe bi îradeya milî ve girê didin, lê belê ji bilî îradeya xwe tehemûla wan ji îradeya tu kesî din re tune ye."

Rojnameger û nivîskar Fahrettîn Fîdan îdia kir ku, tiştên tê xwestin bê kirin di civakê de ji bo avakirina çanda bîatê ye. Fîdan, tiştên ku tên jiyandinwekî komedyeya reş dibîne û dibêje ku desthilatdar dixwaze bi van pêşveçûnan biserneketina xwe bincil bike.

Nivîskar û Rojnameger Fahrettîn Fîdan wiha axifî:

"Niha di aboriyê de têkçûneke mezin heye. Di polîtîkaya derve de berjêriyek heye. Hem di aboriyê de hem jî di polîtîkaya derve de serneketinek heye. Ji bo ku ev bên bincilkirin jî dive hindekî derûdor tevlîhev bibe. Ez wisa dibînim."

Herwiha ji aliyê din ve piştî girtina parlamenterên HDPê, li ser daxwaza Nûnera Kar û Barên Derve û Polîtîkayên Bergiriyê ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî,Balyozên Yekîtiya Ewropayê, civîna Awarte lidarxistibûn, parlementerên muxalefetê balkişandin li ser vê civînê jî. Piştî vê civînê hate dîyarkirin raporta ku dê di derbarêendamtiya Tirkiyê ya ji bo Yekîtiya Ewropaye bê weşandin de dê li parlamentoyê bibe cihê nîqaşan.