Şiroveyên piştî girtina Hevserokên HDP
Bi girtina parlamenteran rêya siyasetê bo Kurdan tê girtin û arîşeyên nû rû didin.
K24-Navenda Nûçeyan
Girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê li Tirkiyê bû sedema nîqaşên cuda. Li gor aliyên hikumetê, nêzîkbûna HDP û PKK bû sedema girtina parlamenteran. Lê li gor aliyên nêzî HDP'ê bi girtina parlamenteran rêya siyasetê bo Kurdan tê girtin û arîşeyên nû rû didin.
Karvedanên girtina parlamenter û hevserokên HDP'ê, li navwelêt û li derveyiwelêt berdewam e. Dema mijara destnedayîna parlamenteran hatibû rojeva parlamentoya Tirkiyê, qala girtina parlamenteran jî wê çaxê dihat kirin. Li ser sedem û encama girtina HDPşîroveyên cuda jî tên kirin.
Rojnameger Îlhamî Işik wiha got:"Hemû kes dizane ku HDP û PKK bi hevdu re ne. Ji bo Kurdan rêya siyasî vekiriye ku bikaribin têkoşînekê bidin. Ji bo vê tu tengasiyeke tune. Lê HDPyiyan wîsa nekirin. Ji PKK re negotin êdî bes e dawî li tundiyê bîne. Siyaset ji bo çareserkirina kêşeyan heye."
Rojnameger Îlhamî Işık amaje dike ku xwezî tiştek wisa çênebûya lê tifaqa HDP û Qandîlê bûye sedema girtina parlamenteran. Li gor Işık HDP derfetên li parlamentoyê baş bikar neaniye.
Der barê mijarê de nêrîneke din jî ew e ku ji ber girtina parlamenteran, li parlamentoyê parastina mafên mirovan zehmettir dibe.
Rojnameger Celal Başlangiç wiha axifî:
"Bi vê kiryarê derbeyeke gelekî mezin li sîstema parlamenter hat dayîn. Bi vê yekê dixwazin riya têkoşîna siyasî li ber kurdan bigirin. Ji ber vê ev kiryar gelekî metirsîdar e. Ji ber ku ev rê û rêbaz di sala 1994an de jî hatibûn ceribandin. Ew hewldaneke ji ya îro hinekî biçûktir bû lê hûn îro encamê dibînin. Anku ev kiryar dê îro bike ku pirsgirêka kurdan hê mezintir û kûrtir bibe."
Li ser girtina parlamenteran her çiqas şîroveyên cuda bê kirin jî piraniya pisporan balê dikêşînin ser çareserkirina pirsgirêka Kurd û tê gotin bi girtina mebusan rêya çareseriyê jî tê girtin, safîkirina arîşeya Kurd jî dijwartir dibe.