Kurtulmuş: Armanca me jinavbirina PYDê li Minbicê ye
Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş dibêje, bidestxistina Reqayê ya ji aliyê hêzên ne Ereb ve xizmeta aşitiyê nake.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş dibêje, bidestxistina Reqayê ya ji aliyê hêzên ne Ereb ve xizmeta aşitiyê nake.
Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş got, wan nîgeraniyên xwe yên derbarê Reqa û Minbicê ji Sererkanê Amerîkayê ku duh serdana Tirkiyê kiribû re anîne ziman.
Kurtulmuş diyar kir ku, wan ji sererkanê Amerîkayê re gotiye paqijkirina Minbicê ji PYDê armanca stratejîk a Tirkiyê ye.
Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyeyê herwiha ragihand ku, ji duh ve operasyona rizgarkirina Reqayê dest pê kiriye. Reqa bajarê Ereban e û ketina nav Reqayê û rêvebirina wê ji aliyê hêzên ne Ereb ve xizmeta aşitiyê nake.
HSDê duh di konferanseke rojnamevanî de operasyona bi navê "Hêrsa Ferêt" ya rizgarkirina Reqayê ragihand û da zanîn ku, HSDê bi 30 hezar şervan dê beşdariyê di operasyona reqayê de bike.