Tirkiyê bersiva Federica Mogherînî da

Federica Mogherînî îro, ragihandûbû ku, girtina parlementerên HDP û nivîskarên rojnameya Cumhuriyetê wan nîgeran dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezreta Derva ya Tirkiyeyê bersiva Berpirsê Siyaseta Derva a Yekitiya Ewropayê Federica Mogherînî da û nerazîbûnek tûnd  nîşan da.

Wezreta Derva bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku, gotinên Federica Mogherînî  yên derbarê Tirkiyê de nayên qebûl kirin.

Wezret got ku, Yekitiya Ewropayê çawa ku, piştî hewla derbeya leşkerî piştgiriya Tirkiyê nekir niha jî nîgeraniyên Tirkiyê yên derbarê terorê de berçavan nagre.

Herwiha da zanîn ku,Ewropa li hemberî PKKyê xwe bêdeng dike û êrîşên PKKyê wekî şerê çekdariyê penase dike. Ji ber vê yekê Ewropa cem Tirkiyê baweriya xwe winda kiriye û ti nirxê daxûyaniyên Mogherînî  li cem Tirkiyê nîne.

Federica Mogherînî  îro, ragihandûbû ku, girtina parlementerên HDP û nivîskarên rojnameya Cumhuriyetê wan nîgeran dike.