Li Tirkiyê 17 polîs ji cemaeta Gulen hatin girtin
Piştî hewla derbeya leşkerî heta niha 13 hezar polîs ji kar hatin dûrxistin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê di çarçoveya operasyonên li dijî Tevgera Fetullah Gûlen de 17 polîs hatin girtin.
Di encama lêpirsîna ko ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve dihat birêvebirin 17 polîs ji bo mehkemekirinê li dadgehê hatin şandin. Dadgeh bi tohmeta pêwendiyên polîsan bi Tevgera Fetullah Gûlen re heye biryara girtina wan da.
Piştî hewla derbeya leşkerî heta niha 13 hezar polîs ji kar hatin dûrxistin.