Erdogan: De bila PKK û PYD were we rizgar bike

Serokomarê Tirkiyê di axaftina xwe ya li pêş Kongreya 20emîn a Foruma Navneteweyî ya Kar de, rexne û êrîşên giran li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê di axaftina xwe ya li pêş Kongreya 20emîn a Foruma Navneteweyî ya Kar de, rexne û êrîşên giran li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir.

Di axaftina xwe de Erdogan diyar kir, ku “Parlementerên parêzbendiya wan hatine rakirin, wekî her hevwelatiyekî ne. Ger dozgerî û dadgeh wan bangî wan bo îfadeyê bikin, divê wekî her kesekî biçin û amade bibin. Gere ew neçin û ifade nedin bêgûman dadgeh dê wan  bidarizîn e.

Erdogan got jî: “Wan serhişkî kirin û nehatin dadgehê, wan got PKK, YPG, PYD li pişt me ye. De bila ew werin û we rizgar bikin! Li pişt me ne rêxistinên terorîst, gel heye, maf heye. Ferqa me ev e.”

Hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 10 parlamenterên HDP, bi  tometa endamtiya PKK'ê, hefteya bihurî hatibûn girtin.