Li Dîlokê 14 kes hatin girtin

Bi tohmeta endambûna DAÎŞê.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarê Dîlokê 14 kes bi tohmeta endambûna DAÎŞê hatin girtin.

Piştî teqîna Dîlokê ya 16ê Çiriya Pêşînê polîsam dest bi operasyoneka berfireh kiribûn 22 kes hatibûn binçavkirin.

Lêpirsîna bergûmanên DAÎŞê bidawî bû û hatin mehkemekirin. Piştî mehkemekirinê ji 22 kesan 14 kes bi tohmeta endambûna DAÎŞê hatin girtin yên din hatin berdan.

Di 16ê Çiriya Pêşînê de li bajarê Dîlokê polîsan dema bi ser malekî DAÎŞê de digirtin xwekuj bombeya li ser xwe teqandibû û 3 polîs hatibûn kuştin.