Li Tirkiyê operasyona girtina endamên cemaeta Gûlen didome

Di operasyoneke nû de biryara binçavkirina 79 kesan hate dayîn.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê di çarçoveya operasyonên li dijî Tevgera Fetullah Gûlen de biryara binçavkirina 79 kesan hate dayîn.

Polîsên Kayseriyê li hemberî Tevgera Fetûllah Gûlen operasyonek berfireh dan destpêkirin û ji bo binçavkirina 79 kesan bi ser malan de digirin.

Navenda operasyonê bajarê Kayseriyê ye û li çend bajarên din yên Tirkiyeyê berdewam dike. Hat zanîn efserê berê yê Akin Oztûrk ko yek wekî yek ji wan berpirsên sereke ya hewla derbeyê tê tohmetbar kirin jî hatiye binçavkirin.