Cezayê hetahetayê bo 9 nivîskarên rojnameya Ozgur Gundem tên xwestin

Parêzerê rojnameyê Ozcan Kiliç jî diyar kir ku, biryar siyasî ye û ti bingeheke wê ya yasayî nîne.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî girtina rojnameya Ozgur Gundem, îdianameya derbarê 9 rêveber û nivîskarên rojnameyê de bi dawî bû.

Roja 16ê Tebaxê bi biryara Dadgeha 8mîn a Cezayên Sulhê ya Stenbolê, bi egera zererê digihîne yekîtiya welat û dewletê, endamtî û propagandya rêxistinê biryara girtina rojnameya Ozgur Gundemê hat dayîn. Herwiha rojname wek organa rêxistinê hat gunehbar kirin. Îdianame ji Dadgeha 23mîn ya Cezayên Giran ya Stenbolê re hat şandin.

Li gor wê biryarê, ligel Rêvebera Weşanê ya Rojnameyê Bîlîr Kaya,  Rêvebera Nivîsan Înal Kizilkaya, endamên şêwirmedniya weşanê Asli Erdogan û Necmiye Alpay bi giştî cezayê heta hetayê ligel 17 sal û nîv cezayê girtîgehê li 9 rojnamevanên rojnameyê hat birîn.

Parêzerê rojnameyê Ozcan Kiliç jî diyar kir ku, biryar siyasî ye û ti bingeheke wê ya yasayî nîne.