Tirkiyê hişdariyê dide welatiyên xwe

Bi sedema xwepêşandanên li dijî Trump.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Tirkiyê piştî xwepêşandanên li Amerîka derbarê hilbijartinên serokatiya wî welatî derketîn hişdariyê da welatiyên xwe ku, neçin wî welatî.

Derbarê wê hişdariyê Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir tê de wiha got:"Pêwîste welatiyên me yên li Amerîkayê dijîn û yên dixwazin biçin wî welatiyê haj xwe hebin."

Hişdariya Tirkiyê di demekê de tê ku, berî mehekê Wezareta Derve ya Amerîkayê jî hişdarî dabû karmendên xwe yên li qonsilxaneya Stenbolê karê dikin ku, vegerin welatê xwe.

Pêwendiyê Amerîka û Tirkiyê piştî daxwaza Fethulah Gulen ku, Tirkiyê wî bi encamdana kudetaya leşkerî tûmetbar dike.