Li Stanbolê teqîn: 10 birîndar

Li Stanbolê, li herêma pîşezasiyê Sultanbeyli teqînekê rû da, di encamê de 10 kes birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Stanbolê, li herêma pîşezasiyê Sultanbeyli teqînekê rû da, di encamê de 10 kes birîndar bûn.

Li bajarê Stenbolê di bingeha pîşesaziyê ya navçeya Sultanbeyliyê nav kargehekî de teqînek rû da. Li gor zanyariyên destpêkê 10 kes birîndar bûne.

Piştî teqînê agir li kargehê ket û hejmarek zêde tîmên agirkûj li cihê bûyerê hatin vegûhestin.

Li gor zanyariyên destpêkê, dibe ku teqîn ne karekî terorî be û ji ber teqîna butleke gazê be.