Tirkiyê 3 hezar û 181 polîs û fermanber vegerandin ser kar
Di çarçoveya heman lêpirsînê de, 2 hezar û 205 fermanberên hêzên ewlekarî jî ji kar hatine dûrxistin.
K24-Navenda Nûçeyan
Birêveberiya Giştî ya Ewlekariya Tirkiyê ragehand ku, 3 hezar û 181 polîs û fermanberên ewlekarî ku ji kar hatibûn dûrxistin, wê vegerin karên xwe.
Birêveberiya Ewlekarî bi daxuyaniyek nivîski da xuyarin, rewşa karmendên ewlekariyê ku bi tometa endamtiya Cemaeta Gulen bi biryarnameya rewşa awarte ji kar hatibûn dûrxistin, careke din hatiye nirxandin. Di encamê de 3 hezar û 181 fermanberên careke din vegeriyan karên xwe.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de, 2 hezar û 205 fermanberên hêzên ewlekarî jî ji kar hatine dûrxistin.