Serşêwîrmenda Erdogan bo rojnemevanekî: “Diktator diya te ye“!

Li ser malpera xwe ya Tiwîterê de wiha gotibû.

K24-Navenda Nûçeyan

Serşêwîrmenda Serokomarê Tirkiyê Saadet Oruç, di Twitter a xwe ya şexsî de, bersîvek gelek tund da rojnamevanê fransî Jean–Paul Ney.

Di hesabê ya Twitterê de, Jean-Paul Ney, Serokomarê Tirkiye Recep tayib Erdogan wekî dictator binav kiribû. Li ser vê binavkirin a rojnamevan a fransî, Serşêwirmenda Erdogan helwêstek gelek tund diyarkir û  nivîsand: ”diya te diktator“ e. Oruç, piştî wê, herweha Jean-Paul ji hevaltiya xwe ya Twitterê jî avêt.