Li Stenbolê 23 kes hatin binçavkirin
Operasyon li navçeya Bagcilar û Gûngorenê pêkhat.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bajarê Stenbolê navçeyên wekî Bagcilar û Gûngorenê 23 kes hatin binçavkirin.
Îro, polîsên dijî terorê yên Stenbolê li navçeya Bagcilar û Gûngorenê li dijî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz operasyonek berfireh pêk anîn û bi ser malan de girtin. Polîsan 23 kesan bi hinceta xwenîşandan û çalakiyên ne yasayî kirine binçavkirin.