Li Tirkiyê di çarçoveya kudetayê de 40 hezar kes hatine girtin

Herî dawî 130 akademisyen hatin girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê di çarçoveya kudetaya 15 Tîrmehê de bi cıvata Fetullah Gûlen re pêwendîdar 103 akademîsyen hatin desteserkirin. Heta îro bi tawanbariya hewla darbeyê re têkildar 40 hezar kes hatine girtin.

Li Tirkiyê piştî kudetaya 15 Tîrmehê ku 250 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, operasyonên li dijî civata Fetullah Gûlenî ku wekî bersûcê kudetayê tê zanîn berdewam in.

Li Stenbolê di çarçoveya van operasyonan de derbarê 103 akademîsyenên Zanîngehê de biryara desteserkirinê hat dayîn. Polîsan di van operasyonan de bi ser malên van akademîsyenan de girtin û gelek ji van akademîsyenan desteserkirin.

Tê ragihandin ku akademîsyenên hatine desteserkirin, bernameya bi navê Bylock ya ku destûr dide ku endamên rêkxistinê ji hevdu re peyamên veşartî bişînin bikartînin.

Piştî kudetaya 15 Tîrmehê di çarçoveya operasyonên li dijî civata Fettullah Gûlenî de heta îro nêzî 100 hezar kes hatin desteserkirin û ji van kesan nêzî 40 hezar kes hatine girtin.