Gelo HDP dîsa vedigere xebatên Parlementoyê?

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ku piştî girtina hevserok û çendîn parlementerên wê, biryara rawestandina xebatên xwe di Komisyonên Parlementoya Tirkiyê de dabûn, xwe amade dikin ku careke din vegerin xebatên Parlementoyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor agahiyan, tê diyarkirin ku rêvebiriya HDPê li gel rêxistinên xwe civîn lidar xistine û di van civînan de meyl ew bûye, ku HDP carek din vegere nava xebatên Komisyonan li Parlementoya Tirkiyê.

Rexnegirên helwêsta rawestandina xebata HDPê di parlementoyê de nîşan didin, ku Civîna Giştî ya Parlementoya Tirkiye bê rawestandin xebatan dike, lê HDP nikare bîr û rayên xwe pêşkeş bike, ji ber ku di van civînan de amade nabe. Herweha tê gotin, ku bandora fişarên navneteweyî jî li ser HDPê çêbûne.

Di 4ê Mijdarê de her du Hevserokên HDPê Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yksekdag û hejmarek ji perlementer ji aliyê polîsên Tirkiyê hatin girtin.

Roja 6 Mijdarê jî, Koma Parlementoyê HDPê piştî civîna xwe ya 2 rojan li bajarê Diyarbekirê biryara xwe dan, ku ew xwe ji parlementoyê venakêşînin, lê karê xwe radwestînin.

Rêvebiriya HDPê diyar dike ku, ji pêvajoyek krîzî ve derbas dibe û dê her civînên xwe li gel rêxistinên xwe berdewam bike.