Tirkiye ber bi Shanghay – 5 ve diçe
Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, di vegera xwe ya ji Semerkand paytexta Ozbekistanê diyar kir, ku “Babet ev e, Tirkiye divê xwe rehet hîs bike. Nabe, her em bêjin Yekîtiya Ewrûpa. Dîtina min ev e. Hin dikarin rexne bikin, lê ez dîtina xwe dibêjim. Çima Tirkiye ne di nav Shanghay 5 de be. Tirkiye li wir dikare xwe gelek rehetir bibe.”
K24 – Navenda Nûçeyan

Ev dîtin û pêşniyara Erdogan ji aliyê Çîn û Rûsya ve bi erênî hate nirxandin. Berdvekê Wezareta Derve ya Çînê Gıng Şuang got: “Em li hevxebata Tirkiye di nav Shanghay – 5 de gelek bi erênî temaşe dikin.”
Herweha, endamê Desteya Berevaniyê ya Konseya Federasyona Parlementoya Rûsya Aleksey Puşkov, ji ajansa Sputnik a Rûsî re eşkere kir, ku “Endametiya Tirkiyê di Rêxistina Hevkariya Shanghay de pêngavek erênî ye.”
Shanghay – 5 di sala 1996an de di navbera welatên Rûsya, Çîn, Kirgizîstan, Tacikistan û Kazakistan de hat danîn. Di sala 2001an de Ozbekistan jî bû endam. Welatên Hindistan, Efganistan, Îran, Mongolistan û Pakistan jî endamên çavnêrê ne.