Li bajarê Artvînê 4 kes birîndar bûn

Li Tirkiyê, jinên ku li bajarê Artvînê xwestin yasaya destdirêjiyê şermezar bikin, raştî êrişên polîsan hatin. Di bûyerê de 4 kes birîndar bûn, gelek kes hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê, jinên ku li bajarê Artvînê xwestin yasaya destdirêjiyê şermezar bikin, raştî êrişên polîsan hatin. Di bûyerê de 4 kes birîndar bûn, gelek kes hatin binçavkirin.

Jinên nûnerên hin partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, bi armanca şermezarkirina helwesta hikûmeta Tirkiyê piştî nîvroyê xwepêşandanek darxistin. Girseya jinan bi diruşma "Destdirêjî tawana mirovahiyê ye" meşiyan û xwestin daxuyaniya çapemenî bidin.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê, bi hinceta rewşa awarte û negirtina destûrê, rê neda daxuyaniyê.

Dema ku jinan dest bi xwendina daxuyaniyê kirin, polîsan êriş kir ser girseyê. Hin camêran jî pişgirî dan çalakiya jinan û alozî derket. Di bûyerê polîsek û 3 sevîl birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin. 

Bi gorî yasayên Tirkiyê, zewaca jêrî 18 salan sûc e. Lê hikûmeta Tirkiyê bi pênşniyarek dixwaze kesên ji ber vê yasayê girtîne bên berdan û her wiha hewl tê dayîn, kesên destdirêjî lê hatine kirin, bi êrişkarên xwe re bên zewicandin.

 

Fly Erbil Advertisment