Yeldirim: Hêzên êrîşî leşkerên Tirk kirine hatine hişyar kirin
Li bakurê El Babê li dijî leşkerên Tirkiyê di encama operasyonek asimanî de 3 leşkerên Tirkiyê canê xwe ji dest dabûn 10 leşker jî birîndar bûbûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim derbarê kuştina 3 leşkerên Tirk a li bakurê El Babê ragihand ku, Hêzên ku, êrîşê leşkerên Tirk kirine hatine hişyar kirin.
Yildirim beşdarî bernameya TRTyê bû û got li bakurê El Babê di encama operasyonek asimanî de 3 leşkerên wan canê xwe ji dest dane 10 jî birîndar bûne.
Yelidirin da zanîn ku, Wan bi awayek zelel û teqez hişyarî dane ew hêzên ku, êrîşê leşkerên Tirkiyê kirine.
Yildirim herwiha careke din diyar kir ku, operasyona Cerablûsê bi awayek serketî berdewam dike û armanca wan ew e ku, YPG nekare Efrîn û Minbicê bi hev re girê bide.
Duh li bakurê El Babê li dijî leşkerên Tirkiyê di encama operasyonek asimanî de 3 leşkerên Tirkiyê canê xwe ji dest dabûn 10 leşker jî birîndar bûbûn. Sererkaniya Tirkiyê ragihandibû ku, rejima Sûriyeyê êrîş pêk aniye.