Li bajarê Îzmîr 29 kes hatin binçavkirin
Bi hinceta ku, pêwendiya wan bi Tevgera Fetullah Gûlen re heye hatin binçavkirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bajarê Îzmîr û Batmanê di çarçoveya operasyonên li dijî Tevgera Fetullah Gûlen de 29 kes hatin binçavkirin.
Îro, polîsên Îzmîrê li dijî Tevgera Fetullah Gûlen operasyonek berfireh bi rê ve birin û ji 30 kesên ku, biryara binçavkirina wan hebû 24 kes bi hinceta pêwendiya wan bi Tevgera Fetullah Gûlen re heye hatin binçavkirin.
Herwiha li bajarê Batmanê jî di heman çarçoveyê de 5 kes hatin binçavkirin.