Karvedanên biryara Parlamentoya Ewrûpayê bo Tirkiyê

Reyadarên Tirkiyê, qerta Penaberan li beramber Ewrûpayê bikar tîne û dibêje ezê deriyên vekim, Welatên Ewrûpî jî daxwaza bicîhanîna pîvanên demokrasi û hûqûqê ji Tirkiyê dikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî balkişandinên Yekitiya Ewrûpayê bo vegerina ser pîvanên hûqûq û demokrasiyê, di 24ê Sermawêzê de Parlamentoya Ewrûpayê (PE) rawestandina pêwendiyên bi Tirkiyeyê re biryar girt û pêşniyarî welatên ewrûpî kir. Akademisyen û Karsaz ji bo Kurdistan24 didin zanîn ku rawestandina pêwendiyan dê zirarên mezin bo Tirkiyeyê peyda bikin.

Şer û pevçûnên di navbera PKKê û dewleta Tirk de, piştre jî hewla kutedayê ya 15ê Tirmehê û ragihandina rewşa awarte, li Tirkiyeyê dibe egera binpêkirina pîvanên demokrasi û hûqûqê, Rayedarên parlamento û welatên Yekitiya Ewrûpayê (YE) beriya niha hişyarî dabûn Tirkiyeyê û gotibû ger Tirkiye vengere rewşa demokratîk dê pêwendî bên rawestandin.

Beriya ku civîna wê biryara Parlamentoya Ewrûpayê bê lidarxistin jî şandekî PEyê xwestibû, li Girtîgeha Edîrneyê serdana Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahatîn Demirtaş bike, lê rê nehatibû dayîn û di dengdayîna Parlamentoya Ewrûpayê de biryara rawestandina pêwendiyan hat dayîn.

Akademisyenê Beşa Siyasî ya Zanibgeha Dicleyê Wedat Koçal bo Kurdistan24 dazanîn ku, tiştê Tirkiyeyê aniye vê astê, çareser nekirina pirsa Kurd e û Tirkiye bi zêdebuyîna rola Kurdan li Rojhilata navîn de nerihet buye û siyaseta navdewletî de jî polîtiqayên bi vê rastiyê re nakok meşandiye. Loma jî ger Tirkiyeyê Kurdan wek netewe qebûl neke û hişmendiya xwe ya kevnare neguhêre dê encamdayînên xeter jî peyda bibin.

Akademisyen Şîrovekarê Siyasî Dr. Wedat Koçal wiha got:

"Bi hişmendiya dewleta Unîter û klasik dikaribû heta vê serdemê xwe bidomîne, piştî 2000-2010-an êdî bi wan polîtiqayan nedihat meşandin. Him daxwazên bihêzkirina rêvebiriyên heremî yên Yekitiya Ewrûpayê, him jî guhêrîna polîtiqayên Emerîkayê ku Kurdan wek alternatîf li Herma Rojhilata Navîn bijart Tirkiyeyê berbi krîzê ve kişand. Yanî rol û misyona wê têkçû."

Biryara parlamentoya Ewrûpayê pêşniyar e bo welatên wê yekîtiyê lê reydarên dewleta Tirk, piştî biryara Parlamentoya Ewrûpayê bi yek dengî diyar kiribûn ku ew biryar bo wan girîng nîn e. Lê piştî wê biryarê bihayê dovîz li Tirkjiyeyê bilind bû yê lirayê Tirkî daket.

Serokê Komeleya Karsazên Li Bakûrê Kurdistanê Şahîsmaîl Bedirxanoglû jî, balkişand ku ji xwe li Bakûrê Kurdistanê hemû bizavên aborî rawestiyayî bûn û bi vê biryarê re diyar dibe ku ev rewş dê xetertir berdewam bike.

Serokê Komeleya Karsazên Bakûrê Kurdistanê Şahîsmaîl Bedirxanoglû jî wiha axifî û got:"Tirkiye û Yekitiya Ewrûpayê nikarin yekser pêwendiyan rawestînin, ji ber ku firotina derve ya Tirkiyeyê ji %40 bi Ewrûpayê re û sitendinên wê jî ji %60 e. Loma jî herdû alî jî divê ji bo polîtiqayên çareseriyê hewlan bidin."

Reyadarên Tirkiyê, qerta Penaberan li beramber Ewrûpayê bikar tîne û dibêje ezê deriyên vekim, Welatên Ewrûpî jî daxwaza bicîhanîna pîvanên demokrasi û hûqûqê ji Tirkiyê dikin. Ji aliyê din de Parlamentoya Avusturalya jî biryara sepandina ambargoya çekî bo Tirkiyê wergirt.