Li Til Temer embareke çekan teqiya

Li gor berpirsekî YPGê ew embar ji aliyê leşkerên Amerîkayê ve dihatin birêvebirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Til Temirê ser bi parêzgeha Hesekê ve embareke çekan ên Yekîneyên Paratina Gel(YPG) teqiya. 

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, ku navenda wê li Londonê ye, daxuyaniyek belav kir tê de, ragihand ku, embareke çekan ên YPG û hêzên hevpeymaniya dijî DAIŞê li Til Temirê teqiyan.

Rewangehê da zanîn ku, di  encama wê teqînê de  hin şervanên YPGê birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve ajansa Reutersê jî ji zarê berpirsekî YPGê li bajarê Hesekê ragihand ku, ew embar ji aliyê leşkerên Amerîkayê ve dihatin birêvebirin.

Heta niha sedema teqîna wan nehatiye zanîn.