Li Tirkiyê reşnîveseke guhertina destûrêdê were rojeva Parlamentoyê
Di nav 15 rojan de wê reşnivîsê were pêşkêşbikin.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Komîsyona Destûrê ya Parlamentoya Tirkiyê Mustefa Şentop da xuyakirin, heta 15 rojan dê reşnîveseke guhertina destûrê bînin rojeva Parlamentoyê.
Derbarê vê yekê Serokê Komîsyona Destûrê ya Parlamentoya Tirkiyê Mustefa Şentop, li Tirkiyê bajarê Tekîrdaxê beşdarê konferansa binavê "Destûr û Siyaset" bû û da xuyakirin ku, bo pêşeroja Tirkiyê divê destûr bê guhertin û sîstema Serokatî li Tirkiye bê bicihkirin.
Da zanîn, di nav 15 rojan de ewê pêşniyara xwe bînin rojeva Parlamentoyê û di mehên biharê de jî bixin dengdana gel.
Şentop aşkere kir dema sîstema serokatî tê gotin, Amerîka tê bîra mirovan ku li wê derê federasyon heye, lê li Tirkiyê pêwîstî bi sîstema eyaletan nîne.