Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê:Ez li dijî cezayê darvekirinê me
Tuxrul Turkeş kûrê damezirînerê MHPê Alpaslan Turkeşe û sala borî piştî ji partiya xwe hat dûr xistin, tevlî AKPê bû û niha cîgirê serokwezîrê Tirkiyê ye.
K24-Navenda nûçeyan
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Tuxrul Turkeş diyar kir ku ew li dijî cezayê darvekirinê ye.
Di demek ku serokomar û serokwezîrê Tirkiyê bi berdewamî gefa anîna cezayê darvekirinê dikin, cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Tuxrul Turkeş ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî û diyar kir ku zererên darvekirinê ji sûdên wê zêdetirin.
Turkeş destnîşan kir ku, zehmete cezayê darvekirinê vegere û ew li dijî anîna cezayê darvekirinê ye.
Li gor agehdariyan Turkeç berî mehekê ev daxuyaniya xwe ji Erdogan re kiriye û gotiye, eger cezayê darvekirin were jî Abdullah Ocalan û Fethûllah Gulen nayên darvekirin.
Tuxrul Turkeş kûrê damezirînerê MHPê Alpaslan Turkeşe û sala borî piştî ji partiya xwe hat dûr xistin, tevlî AKPê bû û niha cîgirê serokwezîrê Tirkiyê ye.