Kerta Geştyarî li Tirkiye li sala 2017an bêhêvî ye

Herweha piraniya welatiyên Tirkiye, ne di wê baweriyê de ne, ku aboriya Tirkiye di sala 2017an de baştir bibe.

K24-Navena Nûçeyan

Sektora Geştyarî ya Tirkiye, ku di 2016an de krîz derbaskir, ji sala 2017an hîn bêhêvîtir e. Li gor lêkolerên babeta geştyariyê rewşa Tirkiye ya navxweyî, lê zêdetir imaj a Tirkiye li derveyî welat wêneyek xerab li ser Tirkiye dide nîşandan.

Hejmarek zêde ji zanyarên kerta geştyarî bawer dikin, ku siyaseta derve bandor a herî xerab li ser turizmê li Tirkiye dike. Ji derveyî vê, metirsiyên terorê li Tirkiye û aloziyên siyasî yên navxweyî jî pirsgîrêkan ji bo Tirkiye durist dikin.

Herweha piraniya welatiyên Tirkiye, ne di wê baweriyê de ne, ku aboriya Tirkiye di sala 2017an de baştir bibe. Berovajî ew bawer in, ku aborî dê hîn xerabtir bibe.