li Tirkiyê 29 bergûmanên Tevgera Gûlen hatin binçavkirin
Di çarçoveya fermanên Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de li bajarê Stenbol, Enqere û Îzmîrê de polîsan li dijî Tevgera Fetullah Gûlen operasyonek berfireh bi rêve birin û bi ser malan de girtin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê 29 bergûmanên Tevgera Fetullah Gûlen hatin binçavkirin.
Di çarçoveya fermanên Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de li bajarê Stenbol, Enqere û Îzmîrê de polîsan li dijî Tevgera Fetullah Gûlen operasyonek berfireh bi rêve birin û bi ser malan de girtin.
Di encamê de 29 kes bi hinceta Tevgera Fetullah Gûlen re pêwendiyên wan hene hatin binçavkirin. Hat zanîn piraniya kesên ko hatine binçavkirin karsaz in û tên tohmetbar kirin ko alîkariya pereyan Tevgera Fetullah Gûlen dikin.