Çarenivîsa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ber bi kû ve diçe?
Di dema dawî de û bi taybetî piştî hilbijartinên serokatiya Amerîkayê, fişara hêzên navdewletî li ser hikûmeta Sûriyê û hewldanên rûxandina rêjîma Beşar Esed kêm bûne. Beramerî vê yekê artêşa rêjîma Sûriyê gelek serkeftinên leşkerî li parêzgeha Helebê bi dest xistin. Hin aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê tekez dikin, ku dîtina çareseriyeke siyasî ji rewşa Sûriyê re, dê di riya danûstandinan de be û li ser asta Sûriyê bi giştî.
K24 – Qamişlo

Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Nisredîn Ibrahîm di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: “Em dibînin yek ji riyên çareseriyê li Sûriyê ku kongreyeke niştimanî ya giştî li dar keve,û dan û standin di bin sîwaneke navdewletî de çê bibe. Ya giring ew e ku, di Sûriya nû de, li ser bingeha destûreke nû mafê gelê Kurd bête çespandin.”
Piştî 5 salan ji şer û pevçûnan di navbera rêjîma Sûriyê û çekdarên opozîsyonê ji aliyekî ve û di navbera girûpên radîkal de ji aliyekî din ve, welatên ku dihatin naskirin hevalên gelê Sûriyê ne, li gel hikûmeta Tirkiyê îro dev ji projeya rûxandina Serokê Sûriyê berdane.
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ku endamek e di Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de ye tekez dike ku parastina mafê gelê Kurd li Sûriyê ne girêdayî ye bi mabûn yan jî rûxandina rêjîma Sûriyê ve.
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê ENKSê Silêman Oso ji K24ê re got: “Em wek Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û di riya têkiliyên me bi civaka navdewetî re, tekezî li ser parastina mafê gelê Kurd di Sûriya paşerojê de tê kirin, eger rêjîm bimîne yan jî bête rûxandin.”
Hin çavdêrên siyasî dibêjin ku, paşeroja Kurdan li Rojavayê Kurdistanê girêdayî ye bi çareseriya rewşa Kurdên Bakur û Başûrê Kurdistanê ve. Herwiha amaje bi helwesta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin ku, metirsiya xwe ji rewşa Kurdên Rojava re diyar dike.
Pirsa giring dimîne: Gelo li hember bêdengiya civaka navdewletî derbarê rewşa Sûriyê û desteftiyên ku artêşa sûriyê li ser erdê dike, çarenivîsa Kurdan ber bi kû ve diçe?