Yildirim serdana Rûsyayê dike
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan krîza aborî ya nava Tirkiyê wek lîstika welatên rojava nirxand û da xuyakirin, bo valaderxistina vê yekê Serokwezîr Bînalî Yildirim dê serdana Rûsyayê bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan krîza aborî ya nava Tirkiyê wek lîstika welatên rojava nirxand û da xuyakirin, bo valaderxistina vê yekê Serokwezîr Bînalî Yildirim dê serdana Rûsyayê bike.
Serokomar, Serokwezîr û rayedarên pilebilind yên desthilatiya Tirkiyê, li bajarê Qeyserî beşdarî merasîma vekirina gelek avahiyan bûn. Serokomarê berê Ebdula Gul jî di merasîmê de amede bû.
Erdogan got, yên bi tank û tifingan, bi helîkopter û F-16 yan nekarîn desthilatiyê hilweşînin, niha bi qeyrana aborî dixwazin vê yekê bikin. Erdogan bang li gel kir ku, dolar û Euroyên xwe bikin pereyên Tirkî, da ku nirxê lîraya Tirkî bilind bimîne.
Herwiha Erdogan destnîşan kir, bo vala derxistina vê lîstikê, Serokwezîr Bînalî Yildirim dê sibê serdana Rûsya bike û li wê derê bi rayedarên Çîn û Îranê re hevditin bike.