Erdokan: Êdî Tirkiye hemû alav û çekên xwe bi xwe çê dike

Erdogan, di merasîmê de got ku, welatên endamên NATO ku hevpeyman û dostên wan ne.

K24-Navenda Nûçeyan

Heyva çêkirî ya Artêşa Tirkiyê ya bi armanca saloxgeriyê, li Guyanaya Fransayê hate firandin. Serokomarê Tirkiyê di merasîmê de got ku, êdî Tirkiye hemû alav û çekên xwe bi xwe çê dike.

Heyva çekirî GOKTURK-1 ku bi armanca pêdiviyên saloxgeriya Artêşa Tirk li Fransayê hatibû çêkirin, îro demjimêrên êvarê hat firandin. Gokturk di kare dîmenên hemû deverên cîhanê bikêşe û bişîne Tirkiyê.

Fermandariya Hêzên Hewayî ya Tirkiyê, bi beşdarbûna Serokomar Receb Tayîb Erdogan li Enqere merasîmek darxist û dema firandinê bi awayek zindî hat temaşekirin.

Erdogan, di merasîmê de got ku, welatên endamên NATO ku hevpeyman û dostên wan ne, pêdiviyên wan bi hin hincetan bicîh nayînin da xuyakirin, ew bibiryar in ku, bi derfetên xwe baştir û jî erzantir balefir û heyvên çêkirî dirust bikin.