Sîstema serokatiyê dikeve rojeva parlamentoyê

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim da xuyakirin, wan biryar da ye ku derbarê sîstema serokatiyê de 12 bendên destûrê biguherin û piştî vegera ji Rûsyayê, dê ev yek were rojeva parlamentoyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim da xuyakirin, wan biryar da ye ku derbarê sîstema serokatiyê de 12 bendên destûrê biguherin û piştî vegera ji Rûsyayê, dê ev yek were rojeva parlamentoyê.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, li ser rêya Rûsyayê di firokeyê de daxuyanî da rojnamegeran û got, di sîstema nû de şûna serokwezîrtî, serokomarî tê bicihkirin û di vê sîstemê de dîsa Parlamento yasayan derdixe.

Yildirim got: "Ne sîstema Serokatî Sîstema Serokomarî ye. Em li ser vê hev hatin. Di sîstema Serokomarî de, Parlamento hemû yasayan çê dike û parlamenter jî pêşniyar dikin.  Serokomar tenê dikare pêşnûmeya yasaya budçe bide. Erkê serokomar heye ku biryarname derxe. Parlamento jî yasa derdixe û warên yasa û biryarname jî diyar in.”

Herwiha Yildirim got jî: “Em derbarê guhertina 12 bendên destûrê de hev hatin. Lê bi vê ve girêdayî gelek bend hene ku yan tên betalkirin yan jî tên nûkirin. Wek mînak peyva serokwezîr, encûmena wezîran, rewşa awarte û tiştên di sîstema nû de nîninm tên rakirin.”

Yildirim aşkere kir: “Me biryar da ku di vê hefteyê de pêşniyar were rojeva parlamentoyê. Tiştê herî girîng, di sîstema heyî dem dema Serokomar tê bijartin, bi partiya wê re pêwendî namîne, lê di ya nû de pêwendiya Serokomar bi partiyê re berdewam dike.”