Tirkiyê û Rûsya li ser bîngehek nû hevkariyek dû alî dikin

Ev daxûyanî, piştî seredana Serokwezîrê Tirkiyê bo Moskowayê tê.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrên Tirkiye û Rûsya daxûyaniyek hevbeş belavkirin. Ev daxûyanî, piştî seredana Serokwezîrê Tirkiyê bo Moskowayê tê.

Serokwezîrê Rûsya Medvedev diyar kir, ku ”Her dû dewlet bi xebatên hevbeş dema aloz borandin û niha li ser bîngehek nû hevkariyek dûalî birêve dibin“.

Di axaftina xwe de Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim got “Li derve dinya çiqas ser be, li hundir tûkiliyên me ewqas germtir in. Di sala dawî de, di têkiliyên me li gel Rusya me demek aloz derbas kir. Lê, niha ew dem derbas bû. Li ser babetên enerjî, çandinî, geştûguzarî em peyivîn. Dîtinên me gelek nêzîkî hevûdu ne”