Artêşa Tirkiyê: 39 bingehên DAÎŞê hatine tinekirin

Operasyona Cerablûsê di roja xwe ya 109 mîn de ye.

K24-Navenda nûçeyan

Sererkaniya Tirkiyê ragihand ku, Li Suriyeyê 39 bingehên DAÎŞê ji aliyê hêzên wan ên asimanî ve hatine tinekirin.

Sererkaniya Tirkiyê bi daxûyaniyek nivîskî ragihand ku, operasyona Cerablûsê di roja xwe ya 109 mîn de bibiryarî berdewam dike. 1840 kîlometrekoşe erd ketiye bin kontrola wan. Herwiha li dijî DAÎŞê operasyonên tûnd yên asimanî jî pêk hatine û 39 bingehên DAÎŞê hatine tine kirin û 4 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin.

Arteşa Tirkiyê ji 24ê Tebaxê ve ketiye nav Suriyeyê û operasyonek berfireh bi rê ve dibe. Wezîrê Derva ya Tirkiyeyê Mewlût Çawûşoglu duh ragihandibû ko hêzên opozîsyonê nêzikê Babê bûne.