Li Stenbolê du teqîn çêbûn

Di encam de 20 kes birîndarbûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Li gor medyaya Tirkiyê du teqînan bajarê Stenbolê hejandin, yek ji wan li navçeya pişîktaş li nêzîkî lîstikgehekae fotbolê, teqîna duyem jî yaneyekê şevan kire armanc.

Li gor zanyariyan teqêna yekem di dema veguheztina hêzên polîsan bû, teqîna din jî yaneya şevan.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragehand ku, di encama teqînê 20 kes birîndar bûne û otombîleka polîsan jî hate şewtandin. Ji aliyê xwe Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê birîndarkirina 20 kesan piştras tkir.

Herwiha peyamnêrê K24ê da zanîn ku, piraniya birîndaran polîs in.