Hejmara qurbaniyên teqînên Stanbolê zêde dibe

Hejmara qurbaniyên teqînên şeva bûrî yên Stenbolê gehişte 38 kuştiyan û 155 birîndaran.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmara qurbaniyên teqînên şeva bûrî yên Stenbolê gehişte 38 kuştiyan û 155 birîndaran.

Şeva borî du teqînan bajarê Stanbolê hejandin, teqîna yeke di riya otombîleke bombebarkirî re li nêzîkî lîstikgeha Pişîktaşê ya topapê hate kirin, ku herdu tîman Pişîktaş û Borsasporê lîstika, teqînê jî tîmeke polîsan armanc kir.

Piştî 45 çirkeyan teqîna duyem encam da, kesekî din tîmeke polîsan li parka Maçka kire armanc û xwe teqand.

Peyamnêrê K24ê re da zanîn, di encama herdu teqînan de hejmara qurbaniyan gehişte 38 kuştiyan, ku jê 30 polîs in û 8 jî kesên sivîl in. Herwiha 155 kes birîndar bûn.

Heya niha jî ti kes yan aliyekî berpirsyaretiya xwe ji encamdana wan teqînan ranegihandiye.