3 Partiyên Tirkiyê teqîna Stenbolê şermezar kirin

Bi daxuyaniyeke hevpeş de.

K24-Navenda Nûçeyan

3 Partiyên Tirkiyeyê AK-Partî, MHP û CHP bi belavokek hevpar teqîna Stenbolê şermezar kirin.

Her sê partî îro di rûniştana parlementoyê de li hemberî teqînê nerazîbûnên tûnd nîşan dan.

AK-Partî MHP û CHP belavokek hevpar a dijî terorê îmze kirin. HDP bi hinceta pêşniyarên wan ji aliyê her sê partiyên dî ve berçavan nehatiye girtin îmze neda wê belavokê lê HDP jî teqînê şermezar kir.