IHD: 200 hezar kes bi yasaya rewşa awarte girtîne
Berî rewşa awarte, di girtîxaneyan de 170 hezar girtî hebûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da xuyakirin, bi yasaya rewşa awarte, hejmara girtiyên ku di zîndanan de ne nêzîkî 200 hezar kesan bûne.
Komeleya Mafê Mirovan, bi mebesta Hefteya Mafên Mirovan derbarê rewşa girtiyên zîndanên Tirkiyê de li pêş Girtîxaneya Jinan ya Bakirkoyê de daxuyaniyek belav kir.
Hat destnîşankirin ku, , beriya rewşa awarte, di girtîxaneyan de 170 hezar kes hebûn û piştî ragehandina rewşa awarte ev hejmar gihîştiye 215 hezar kesan.
Di demek nêzîk de bi bexşînek giştî 30 hezar kes serbest hatine berdan lê dîsa jî ev hejmar gihîştiye 195 hezar kesan.
Li gor hin zaniyariyên rêxistinên mirovî di zîndanan de xwarinên xerab tên dayîn û di piraniya girtiyan de nexweşî rû didin. Li odeyên ku divê 3 kes bimîne niha 7 kes dimînin her wiha girtiyên siyasî ku tên sirgunkirin, pêkanînên dijî mirovî li wan tê kirin.