Di hejmara girtina rojnamevanan de Tirkiyê yekeme

li ser asta cîhanê.

K24-Navenda Nûçeyan 

Tirkiye di warê hejmara zêde ya rojnamegerên girtî de, yekemîna cîhanê ye. Komîteya Parastina Rojnamegeran ragehand ku, 81 rojnameger li Tirkiyê di zîndanan de ne.

Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ-sîpîcî) rapora xwe ya derbarê rojnamegerên girtî yên cîhanê aşkera kir û da xuyakirin ku, wek par îsal jî rojnameger herî zêde li Tirkiyê girtî ne.

Hat destnîşankirin, li gor tomarên wan li tevahiya cîhanê 259 rojnamegerên girtî hene û Tirkiye bi hejmara 81 rojnamegeran yekemîn e û hejmara herî zêde ya tevahiya deman e. Piştî Tirkiyê, Çîn, Misr, Erître û Etiyopya tên.

CPJ ku navenda wê li Newyork e, derbarê rewşa medya û rojnamegerî de agahî da ku nîvê zêdetir rojnamegerên girtî yên cîhanê li Tirkiye, Çîn û Erîtreyê ne û li wan welatan erkê rojnamegerî bi teror û xiyaneta welatê tê binavkirin.