Gelo kujerê Karlov çima bi saxî nehate girtin?

Ew pirsen derbarê kuştina Balyozê Rûsyayê yê li Enqerê Andrey Karlov de nehênîbûna xwe diparêzin. Gelo kujer çima bi saxî nehate girtin û yekser rêxistina Fetullah Gûlen tê tawanbarkirin? Pispor û siyasetmedaran ev mijar nirxandin û bîr û boçûnên xwe yên li ser wan pirsan rave kirin.

 

K24 – Enqere

Ew pirsen derbarê kuştina Balyozê Rûsyayê yê li Enqerê Andrey Karlov de nehênîbûna xwe diparêzin. Gelo kujer çima bi saxî nehate girtin û yekser rêxistina Fetullah Gûlen tê tawanbarkirin? Pispor û siyasetmedaran ev mijar nirxandin û bîr û boçûnên xwe yên li ser wan pirsan rave kirin.

Kuştina Balyozê Enqerê yê Rûsyayê Andrey Karlov û paşperdeya bûyerê, bi taybetî jî yekser sucdarkirina rêxistina Fetullah Gulen yek ji wan mijarên herî zêdeye ku li Tirkiyê tê nîqaşkirin. Li gorî pispor û şarezayê siyasetê Erel Tellal aliyê herî balkêş ew e ku kujerê Andrey Karlov yekî polise û bi rêxistina Gulen re tê têkîldar kirin. Tellal têkildarkirina kujer Mevlut Mert Altindag ya bi rêxistina Gûlen re wek acêbekê dinirxîne û diyar dike ku wek hemû bûyerên din ên li vî welatî hisabê vê bûyerê jî ji dixin ser rêxistina Gûlen. Ew bawer nake ku Balyozê Rûsyayê ji aliyê rêxistina Gûlen ve hatibe kuştin.

Herwiha Tellal diyar dike ku kuştina kujer jî wek şanepirsekê ye dibêje: "Di ser hewla darbeyê re 5 meh derbasbûn. Di teşkîlata ewlehiyê de gelek vederkirin pêk hatin. Lê diyar e serkeftiye, ev 5 meh in ew kesê ku tê îdîakirin endamê rêxistina Fetullah Gulen e, di nava teşkîlatê de xwe muhafaza kiriye. Ev yek jî tê wê wateyê ku operasyonên rêxistina Gulen ên hikûmeta Tirkiyê êdî hêjayî nîqaşê ne."

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku, piştî kuştina Balyozê Enqerê yê Rûsyayê Andrey Karlov, farz bûye ku Tirkiye wan polîtîkayên xwe yên ewlehiyê serdanê nîqaş bike. Bîlgen got: “Tirkiye li beramberî rîsk û xetereyeke mezin e. Du sal û sal û nîv in ku di hêzên çewîk de kar dike ev polîs. Heta niha têkîliya wî ya bi rêxistina Gulen e re peyda nekirine, lê di nava 2 saet û nîvan de mesele safî kirine. Mamoste, bijîşk û mirovên sivîl xistin girtîgehan, lê diyar e vî polîsî karê xwe berdewam kiriye."

Serokê Giştî yê CHPê Kemal kiliçdaroglu jî derbarê kuştina Balyozê Rûsyayê de bal kişande ser qelsiya îstixbaratê û got; welatekî ku îstixbarata wê têkçûbe nikare li dij terorê têbikoşe. Kiliçdaroglu pirs kir: “Kujerê Balyozê Rûsyayê çima sax nehate girtin? Kuştina kujer mijareke wisaye ku bi taybetî divê li serê bê rawestîn. Kes nabêjê çima we ew sax negirt? Ev balyoz mirovekî xwedî hewlên başkirina têkîliyên Tirkiye û Rûsyayê bû. Kuştina wî li Tirkiyê neçû. Parastina jiyana dîplomatên biyanî şerefa Komara Tirkiyê ye."

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag li hemberî pirs û nirxandinên pispor û siyasetmedaran civîneke çapemeniyê lidarxist û bi awayekî tund reaksiyon nîşan da. Bozdag got wisa tê berpêşkirin ku ev çalakî ji aliyê polîsê Tirk ve hatiye kirin. Ev helwest helwesteke bêhûrmet e û îftîrayeke mezin e. Ev çalakî êrîşeke terorî ye.