14 leşkerên Tirk li Babê hatin kuştin
Di du êrîşên cuda de 14 leşkerên artêşa Tirkiyê di şerê kontrolkirina Babê ya li bakurê rojhilatê Helebê de hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di du êrîşên cuda de 14 leşkerên artêşa Tirkiyê di şerê kontrolkirina Babê ya li bakurê rojhilatê Helebê de hatin kuştin.
Artêşa Tirkiyê di daxuyanyekê de ragihand, ku di şerê duh yê li Babê de 14 leşkerên wê hatine kuştin û 33 din jî birîndar bûne.
Ji aliyê xwe ve Rawengeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiriye, di encama şerê duh yê di navbera DAIŞê û çekdarên operasyona Mertala Feratê de li Babê 42 ji artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê hatin kuştin û bi dehan jî ji herdu aliyan birîndar bûne.
Duh artêşa Tirkyê belav kiribû ku wê rêya di navbera Bab û Helebê de bi temamî Kontrol kiriye û ketiye di navenda bajarê Babê de.