Yildirim: Kuştina Karlov bandora neyînî li pêwendiyan nake

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim da xuyakirin, yên hêvî dikirin kuştina balyozê Rûsî bandoreke neyînî ser pêwendiyên Tirkiye û Rûsya bike, vala derketin û ew rê nadin tişteke wiha. Yildirim got, agirê li Sûriye û Iraqê bandor li hemû cîhanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yildirim li Enqere, di civîna serokên şaxên bajaran yên AK Partiyê de axivî û got: “Êrîşên terorê yên li Almanya û Tirkiyeyê nîşan didin, ku li hemberî terorê tu welat nikare bibêje em di nava ewlehiyê de ne. Teror, bela serê hemû cîhanê ye. Ji ber vê yekê nîşandana êrîşên terorê yên ser Tirkiyeyê wekê ku ev tenê tê serê Tirkiyeyê xeletiyeke mezin e.

Yildirim got: “Ewên bawer in êrîşên terorê yên li Iraq û Sûriyeyê tenê karîgerî li Tirkiyeyê bike şaş in. Teror, pirsgirêka hevpar a cîhanê ye. Divê civaka navneteweyî dev ji vê sekna xwe ya dudilî ya li hemberî terorê berde û helwesta yekrêzî bigre."