Li Babê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Di operasyona Mertala Feratê de 2 leşkerên Artêşa Tirkiyê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di operasyona Mertala Feratê de 2 leşkerên Artêşa Tirkiyê hatin kuştin.

Hat ragehandin, di pevçûnên nêzîkî Babê ya li bakurê rojhilatê Helebê de 2 leşkerên Artêşa Tirk di êrîşekê de hatine kuştin.

Duh jî, leşkerekî Tirk ku di pevçûnan de birîndar bûbû û canê xwe ji dest dabû.

Beriya 5 rojan di operasyonên devera Babê de şerê dijwar rû da bûn û di encamê de 14 leşkerên Artêşa Tirk hatibûn kuştin.

Rayedarên Tirkiyê destnîşan dikin, hêzên hevpeyman piştevaniya asîmanî bo şerê Babê nadin.